Kî Berê Gula Zerê!

Yek ji endamên projeya Hafize û Ciwantiyê Bêrîvan Saruhan, dû serdana me ya Belgrada paytexta Sırbîstanê nivîsek nivisî. Youth Initiative for Human Rights (YIHR) û Hafıza Merkezi di navbera 21 û 23ê Pûşberê de li Belgradê bi navê “Li Tirkiyê û Rojavayê Balkanan Perspektîfên Bibîranînê” sê rojan atolyeyan li darxistin. Bi saya van atolyeyan, ji Tirkiyê 15 û ji Sırbîstanê jî 5 ciwanên ku li ser hafizeyê dixebitin gihîştin hev û li ser şerê li Tirkiyê û Sirbîstanê û pêvajoyên bibîranînê dan û standinê kirin. Yek ji wan ciwanan Bêrîvan, objeyên ku di dema gera Belgradê de leqayî hatiye bi vê nivîsê bi paşeroja xwe ve girê dide.

Hafıza Merkezi
4 min readAug 18, 2023

Bêrîvan Saruhan

“Di jiyana mirovan da rewşên wisa, bûyerên wisa hene ku, mirov nikare ji bîr bike. Di mejî de wisa cih girtine ku, sal jî nikarin jê bibin.”

— Mîtka Grîbçeva

“Kêlî”… dema ku li kêliyan difikirim.

Mirov ser û binê gelek kêliyên jiyana xwe mîna puzzlê digihîne hev û di mejiyî de dubare zindî dike. Tevliheviya bîranînên kevin û nû her ku tevlihev dibin ji hev perçebûna wan; şewqa xwe dide reng û şêweyan. Bîranîn mîna şewata rojê di rûberiya her derê şopa xwe dihêlin. Şopa şewata rojê jî mîna “kêlîyan” bi demê re diçin. Şopên di wêneyan de weke bîranînên kombûyî şewqa xwe dibînin. Dîsa li heman hêlê nakeve an jî ketina wê dem dixwaze. Ji bo sîyên me ev dibe sedema tarîtiyê.

Vebijêrkên ku girêdayî bûyerekê ne bi gelemperî bi pergalek ku ji kêliyên makro ava dibin tên ragihandin. Hafize jî ji pergaleke ku bi kêliyên makro pêk tên ava dibe. Di vegotina rewş û bûyerekê de dîtbarî her çiqas zêde bin, kêliyên mikro jî ewqas bêdeng dibin. Ji nivîsîna dîrokê hetanî vegotina bîranîneke takekesî, hemû bîranîn digel bîranînên ku tên nîşandan, kêliyên bêdeng û nayên nîşandan jî di nav xwe de dihewîne. Kêliyên bêdeng û kêliyên ku tên nîşandan tu carî ji hev ne cihê ne. Gelo vî cihê ku em çûn serdana wê kêliyeke bêdeng e an kêliyeke bi deng?

Belgrad ji ber ku ceribandina min a yekem ya derveyî welêt e, ez bawer im di gelek kêliyên jiyana min de dê mîna bîranîneke ku ez ê her dem bînim ziman bimîne. Di vê rewitiya demê de ku hafize û bîranînen min dewlementtir bûn helbet min gelek wêneyan daxilî tûrikê xwe kir lê belê ev gula zer ya bi heybet ya di baxçeya Mûzeya Yugoslavyayê de ez sermest kirim. Min fanosê piçek bi şûn de bir û bi çîrokeke min ya ku pênc sal bere jiyame hevsengiyekê zeft kir gula me ya zer.

Sal 2017 bû. Ji zanîngehê nû derçûbûm û min biryar dabû ku bi kurdî sepanekê amade bikim. Ev sepan weke pêşbirgekê bû û armanc, ji bo kurdên ku zimanê wan di jiyana wan de bûye zimanê duyem û zarokan, hînkirina bêjeyan bû. Min naverokan amade kir, sêwirana grafîkî jî qediya lê belê demeke dirêj ev sepana ku ji bo min gelek girîng bû bênav ma û min sepanê du sê mehan li hêviya dîtina navekî baş hişt. Dîsa havîna 2017an bû û digel malbatê şevbûherkeke ku ji her serîyekî dengek derdiket. Xalê min hembêza xwe ji keçên xwe re vekir û got “koş kızım koş.” Di wê kêlîyê de diya min li xalê min vegeriya û got me berê digot kî berê, kî berê kî berê gula zerê. Min jî biryar da ku bila navê sepana min a yekem Kî Berê be lê belê ji ber pirsgirêkên malî demdirêj nebû. Piştî salekê jî min sepanê rakir û hîn bûm ku ev gotina ku zarok pê dilîzin, direvin û diçin hembêza dê û bavên xwe ne “kî berê gula zerê ye.” Ew “kî berê guleya zer e.” Ango rengê gulleya ji silehan derdikeve jî zer e û kî mîna guleyê bi lez bireve û biçe hembezê, dê di lîstikê de jî bi ser bikeve. Wer xuya ye tu kes nikare bigihêje leza guleyê. Her çiqas mantixa wê ji min re gotibin jî min weke xwe domand û hê jî ji zorakan re dibêjim “kî berê gula zerê.”

Pankarta ku li ser “şer” dinivîse, ku di meşa me ya qadê ya roja yekem de min girtibû, Gula zer ya baxçeya Mûzeya Yogoslavyayê…

Pankarta ku li ser “şer” dinivîse, ku di meşa me ya qadê ya roja yekem de min girtibû, Gula zer ya baxçeya Mûzeya Yogoslavyayê, şaneşîna avahiya li hember otêla em diman ku xweseriya xwe ava kiriye, di mekaneke ku mîna em ji çala reş derbas bibin û biçin salên 90î li ser maseyê gula sor ya hişkbûyî û stûxwar, çarçoveya li ser navê Tîto ku 88 mêxikên sor lêhatine nexşkirin, dema gera me ya qadê de ji çar hawîrdorên bajêr bêhna ixlemûran, dema ku em ber bi kelhê diçûn wêneyên li ser dîwaran…

Ez dikarim bibêjim ku min li Sirbistanê dîsa û dubare vê yekê ji dil hîs kir. Kesek baxçeyê gulan li ber me ranaxe, ranexist. Me baxçeyên xwe ava kir. Kulîlkên curbicur çand. Em ê hê jî biçînin.

Ka bi yek carî Kî berê gula zerê!

--

--

Hafıza Merkezi

Hakikat Adalet Hafıza Merkezi | Truth Justice Memory Center #zorlakaybetmeler #yüzleşme #enforceddisappearances #dealingwiththepast